Lolo Pismamo
Lolo Pismamo çima deng nakî
Serê xwe carek bilind ranakî
Leşkerê dujmin li çiyayê jor in
Weke xweşmêra ji hev bela nakî
Lolo Pismamo zanim xweşmêr î
Pismamê Ristem yan Êzdîn Şêr î
Roja halanê, roja lêdanê
Mêr be li meydanê dotmam bi gorî
Lolo Pismamo haya te ji te hebî
Çarika minê reş li serê te bî
Roja halanê, roja lêdanê
Lêdan tim hebî, reva te nebî
Şalê Xerzanî rabe li xwe ke
L’pişta xwe girêde rext û fişek e
Pisamê min î, dotmama te me
Ji te re kil dane çavên belek e
Newroz e Newroz e
Newroz e Newroz e
Newroz e gelî biran
Newroz e Newroz e
Newroz e li hemî deran
Newrozê sala nû ye
Bihar e li hemî deran
Bihar e li hemî deran
Bihar e gul bişkivîn
Bilbila xweş xemilîn
Newrozê pîroz bibî
Pîrozê xweşî bibî
Newroz e Newroz e
Newroz e gelî biran
Newroz e Newroz e
Newroz e li hemî deran
Newrozê sala nû ye
Bihar e li hemî deran
Bihar e li hemî deran
Newroz serê salan e
Pêla dilê lawan e
Newrozê navkî xweş e
Eşqa dilê xortan e (Kurdan e)
Pêla dilê lawan e
Newrozê sala nû ye
Bihar e li hemî deran
Bihar e li hemî deran
Ez berf im
Ez berf im berf im berf im
Lêlê Nar lêlê Nar
Ez berf im berf im berf im
Lêlê Nar tu delal î
Ez berfa çiyakî sor im
Lêlê Nar lêlê Nar
Ez berfa çiyakî sor im
Lêlê Nar tu delal î
Hemayla dor bi mor im
Lêlê Nar lêlê Nar
Hemayla dor bi mor im
Lêlê Nar tu delal î
Ez berfa çiyakî sipî me
Lêlê Nar lêlê Nar
Ez berfa çiyakî sipî me
Lêlê Nar tu delal î
Dosta lawikê gundî me
Lêlê Nar lêlê Nar
Hemeyla dorbendî me
Lêlê Nar tu delal î
Ez Kurd im Kurd im Kurd im
Lêlê Nar lêlê Nar
Em Kurd in Kurd in Kurd in
Lêlê Nar tu delal î
Timî em serbilid in
Lêlê Nar lêlê Nar
Barê Kurdistan hildin
Lêlê Nar tu delal î
Ez berf im berf im berf im
Lêlê Nar lêlê Nar
Ez berf im berf im berf im
Lêlê Nar tu delal î
Kurdistana bi dengî me
Kurdistana bi dengî me
Bax û bistan bi rengî me
Ax zêrîn bi saxî me
Miletê Kurd, miletê Kurd, miletê Kurd
Reşik hat liqan hêja
Bo azadî xwîn rija
Maldaran j’ber xwe revand
Miletê Kurd, miletê Kurd, miletê Kurd
Şal û şapik lîbasê min
Nezanî ye kêmketiyê min
Miletê Kurd, miletê Kurd, miletê Kurd
Reşik hat liqan hêja
Bo azadî xwîn rija
Maldaran j’ber xwe revand
Miletê Kurd, miletê Kurd, miletê Kurd
Gelî Kurda em şiyar bin
Li Riya Azadî karbin
Roja Welat bawerbin (Roja nû bawerbin)
Miletê Kurd, miletê Kurd, miletê Kurd
Gulgulî ha gulgulî
Gulgulî ha gulgulî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Dinya kin û kemilî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Keçê Kurdan dengbêjin gulgulî
Li ser Kurdan dibêjin gulgulî
Temam kezî dirêj in gulgulî
Gulgulî ha gulgulî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Dinya kin û kemilî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Xortê Kurda xalis in gulgulî
Tev egîd in weris in gulgulî
Ew ji kesî natirsin gulgulî
Gulgulî ha gulgulî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Dinya kin û kemilî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Gulgulî gulistanê gulgulî
Havîn û zivistanê gulgulî
Kêf xweş e l’Kurdistanê gulgulî
Gulgulî ha gulgulî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Dinya kin û kemilî gulgulî
Kesk û sorda xemilî gulgulî
Tu faşîzm î kelbê har î
Tu faşîzm î kelbê har î
Dinya me kir teng û tarî
Dinya me kir teng û tarî
Em koleyê hezarsalî
Tera bikin ceng û şerî
Ho ho tu bimrî faşîzm
Ho ho tu bimrî faşîzm
Pêşî kêşan wan karkeran
Mizgîn hat ji xebatkaran
Xwîna me xwar koledaran
Emê bikin ceng û şeran
Ho ho tu bimrî faşîzm
Ho ho tu bimrî faşîzm
Tu faşîzm î kelbê mezin
Destê me kir bazinê hesin
Salê çûyî te em kuştin
Îro em azadî dixwazin
Ho ho tu bimrî faşîzm
Ho ho tu bimrî faşîzm
Te dinyayê kir gola xwînê
Kamboçya û li Taylandê
Li Angolê, li Wiyetnamê
Ho ho tu bimrî faşîzm
Ho ho tu bimrî faşîzm
Tu faşîzm î kelbê har î
Roja me kir şevê tarî
Roja me kir şevê tarî
Nanê girtin zikê birçî
Em xebitîn we jî xwarê
Ho ho tu bimrî faşîzm
Ho ho tu bimrî faşîzm
Her bijî Kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî Kurdistan
Şêrîn e l’ber dilê me
Her bijî Kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî Kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî Kurdistan
Kurdistana şêrîn e
Her bijî Kurdistan
Temam mêrg û kanî ne
Her bijî Kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî Kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî Kurdistan
Çavê dujmin derîne
Her bijî Kurdistan
Heqê xwe ji wan bistîne
Her bijî Kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî Kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî Kurdistan
Kurdistana rengîn e
Her bijî Kurdistan
Azadî ji me mizgîn e
Her bijî Kurdistan
Kurdistan welatê me
Her bijî Kurdistan
Lenîn e serokê me
Her bijî Kurdistan
Cîranê cîranê
Cîranê cîranê cîrana min
Hevalê hogirê bermalîya min
Na cîrana mi bermena cîranê cîranê cîrana min
Hesrun çimun girgirnena Hevalê hogirê bermalîya min
Qum şîrino terk nikena Cîranê cîranê cîrana min
Terkê dayka xwi nikena Hevalê hogirê bermalîya min
Heval meberm zuma kalo Cîranê cîranê cîrana min
Îşlîg zumay naqişkena Hevalê hogirê bermalîya min
Cîrana mi cyerdo yena Cîranê cîranê cîrana min
Cyerdo yena dêst mi gena Hevalê hogirê bermalîya min
Dêst mi gena rêqisyena Cîranê cîranê cîrana min
Lingê govend xelitnena Hevalê hogirê bermalîya min
Cîranê cîranê cîrana min
Hevalê hogirê bermalîya min
Ax lê Weso
Lê lê Weso lê lê lê, Wesîlayê way way
Ax lê Weso lê lê lê delîl dayê way way
Teşî ristî lê lê lê çû serayê way way
Te porsorê lê lê lê çû serayê way way
Mala Weso lê lê lê ji malan wê de way way
Mala rindê lê lê lêji malan wê de way way
Ez radimûsim lê lê lê l’mala bavê da way way
Ez radimûsim lê lê lê l’mala bavê da way way
(Disgotin)
Mala Weso lê lê lê li taxa jorî way way
Mala rindê lê lê lê li taxa jorî way way
Qirika Weso lê lê mircan û morî way way
Qirika Weso lê lê mircan û morî way way
Ez ramîsim lê lê keçika torî way way
Ez ramîsim lê lê keçika torî way way
(Disgotin)