Fatê



Bûka çiya
Heylê xezalê xezalê
Tu şahê rind û zeriyan
Hey delalê tu çend rind î
Wekî gulên ber kevîyan
Ezê te bibim boy welat
Bûka çiya bûka çiya
Him ji bo te him boy welat
Dil û cergê min heliyan

Birûskê da serê çiya
Qîrîn kete nav gundiyan
Çavê belek ketne xewê 
Êdî ranabin ser piya
Emê dinyayê bihejînin
Bûka çiya bûka çiya
Bila boy gelê Mediya
Yek carek rabin ser piya

Derdê xwe ji kî re bêjim
Hem bê war im hem bê ziman
Li çar dorê me neyar in
Romî, Ereb û Ecema
Kesek hewara me nayê
Ma bindestî para me ye
Bûka çiya bûka çiya
Heta çend salan, çend zeman

Mirin hate ber mala me
Mirin hate ber mala me
Bila were jê natirsim
Helebçe brîna teze
Geliyê Zîlan, warê Dêrsim
Hey hey...

Roj li me bûn şevê tarî
Karê me ew e çekdarî
L’ welatê me jiyan nema
Çarekî ji kî bipirsin
Wey wey...

Evîna li ser dilê min
Yej ew e, yek jî gelê min
Derdê xerîbiyê zor e
Agir berbûye dilê min
Hey hey...

Çare û hêviyek digerim
Derdê xwe ji kê re bêjim
Wekî tavîngê baranê
Rondikê çavan dirêjim
Wekî teyrê baskşikestî
Ranabe dest û milê min
Wey wey...

Xaka me sem û seyran e
Warê rêwî û karwan e
Çavê dinyayê l’ser me ye
Herkes ji me re heyran e
Hey hey...

Çi kuştin e çi ferman e
Bo çi brîn bê derman e
Wekî em hatin dinyayê
Jiyan bo jîna însan e
Wey wey…

Min dil da xelkê ji xwe ra bir
Min dil da xelkê ji xwe ra bir
Evînam’ şêrîn şekir
Nizanim ezê çibkim
Dilê min pêt û agir
Wekî kewa firandin
Fermana min derandin
Lê hewara min nayên
Ne heval û ne hogir

Ma qey ewqas hêsan e
Tu diçî min dihêlî
Ezê bibim pûşiyê reş
Serê te bibim xêlî
Te digo ez ya te me
Heta dinyayê he me
Ez bikevime gorê
Lawo tu ji min re kêl î

Bihar hate warê me
Vebû nêrgiz û lale
Çavê min l’rêya te ma
Dil ji boy te evda e
Heval im dilbirîn im
Ji dil de cîgerxwîn im
Hesreta evîna te
Dilê min nale-nal e

Cîran melhema dilê min
Cîrana min zaf delal e
Li ser sûreta wê xal e
Min dil dayê ev çend sal e
Ew kula dilê heval e

Oy eman brîndar im       )
Cîran melhema dilê min  )Dîsgotin
Dema çavêm dibîne        )
Namîne derd û kulê min  )

Tu wek kulîlka bihar î
Ji bo te xweş e dildarî
Binê stêrkê, şevê tarî
Gel te xweş e evîndarî
(Dîsgotin)

Evîna rind û bedewa
Xewê şevan naxe çavan
Bes dawiya emrê min hat
Ne tu bûyî bûk ne ez zava
(Dîsgotin)

Leter e Leter e
Leter e Leter e lê
Lêblê kinê lê lê
Sed mal bi defter e
Şerbet Şêrîn e ez naxum
Ser piştê kember e lê
Lêblê kinê lê lê
Weka zêrê zer e
Şerbet Şêrîn e ez naxum

Amed e Botan e lê
Lêblê kinê lê lê
Meskenê xortan e
Şerbet Şêrîn e ez naxum
Li deşta gewerê lê
Lêblê kinê lê lê
Bihar e sêyran e
Şerbet Şêrîn e ez naxum

Ka werin dîlanê lê
Lêblê kinê lê lê
Govenda giran e
Şerbet Şêrîn e ez naxum
Ji bona azadî lê
Lêblê kinê lê lê
Gelê me şervan e
Şerbet Şêrîn e ez naxum

Leter e Leter e lê
Lêblê kinê lê lê
Leter e Leter e lê
Şerbet Şêrîn e ez naxum

Hey lawo hey bira
Dayik rûniştin li ber dîwaran
Sor-gewez bûne avê rûbaran
Werin çend rojê dinya derewîn
Ji hev ra bibin wek xuşk û bira

Hey lawo hey bira hey lorî lorî
Hey lawo dil û can ji we ra gorî
Malê me zozan in, hewşê me zinar
Ji ber derd û kula dilêm bûye pare-par
Keç û bûka reş girêda wa hewar hewar
Li warê dûr boy gula sor bûme evîndar

Gelî xemgîna derdê me zor e
Dijminê xayin wek marê kor e
Ronîkê çavan nikarim bigrim
Çekê delalan bi xwîna sor e
Dîsgotin

Tîrêjên da ser riya me
Ji boy rizgarî li ser piya me
Ewrê reş-tarî ji ser me rakin
Jîyan wê xweş be wek hêviya me
Dîsgotin