Dengbê Marûf



Eba Reşo
Eba reşo ho ho ho lo eba sûrme kuro boz
Dibînê lawkê mi da kirme kirme lo lo kuro
Jina çi têkeve destê kotîyê mêra ne tê kuştin li dara
Dunyayê ne tê berdan
Çiqa zûlme eman eman eman gidî
Hêdî bajo, siwaro ez bi tere

Eba reşo ho ho ho lo eba kezî
Kuro eba li nava ca dihejî lo lo
Kuro ew agirê di dilê mi da dişewite
Hêvîya min heye ji Xwedê çîkekî
jê bifire dilê te jî eman eman eman
gidî hêdî bajû siwaro ez bi tera

Eba reşo ho ho ho lo eba tazî kuro
Tu pê bi pê di ser serê min û bavê mira
Hati lo lo kuro lawo te ne ez kuştim,
ne ez revandim li serê rê û dirba kirim
fena kewek petî eman eman eman gidî
Hêdî bajû siwaro we te ra
Gotin û Muzîk: Dengbêj Reşo
Herêm :Serhed


Mîrê Min
Mîrê min, mîrê min mîrê min...
Heyla dayê çavê xwe digerînim nagerênim kanê Şêxê min
Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim ji dilê min û tera bi mije lê bi dûmane,
Lê belkî agirê kulê têkeve mala Misto Kemale
Çawa rakirin fermana serî Kurda
Birîna serê Şêxan û melane hela binêr meclîsa Enqerê de dayê lê lê hev
civyane
Ji bo xeniqandina Şêx Seîd efendî bavê Şêx Elî Riza  temamê mebusa wê qirar dane
Hela rabe binêr li tivingê destê teresê cendirmane, lawo mêzebike li sîtemê milê wê polîsane
Ez çûme Diyarbekira rengîn min bala xwe dayê temamê sofî, mirîda lo lo hev civyane
Xorta pişta xwe dane dîwara, dibarînin hêsirê belek çavane
Mi gotî keko ez nizanim çi bû, çi qewimî, çi cirîya?
Ji mi ra digotin mala te xirabe tu nizanê dunzde heb milletwekîlîyê Tirkan, li Bitlîsê lo lo hev civyane
Rakirine fermana serî Kurda dayê birîna serê Şêxane.
Şêx Seîd efendî anîne Diyarbekirê li ber bendane,
Bend avêtin qirika Şêx Seîd efendî ewê gavê teze min zanîbû xwelî li nava çavê me hemyane...
Mîrê min, mîrê min, mîrê min, mîrê min...
Le dayê wezê çave xwe digerînim nagerînim nizanim kanê Şêxê min?

Mîro de rabe bi çiyayê Bîngola şewitî diketim lo lo ha bi ceye
Agirê kulê têkeve mala Misto Kemal çawa rakirê fermana serê Şêx û Mellê me ye
Hele rabe Eskerê Misto Kemal derketê ji çiyayê Bîngolê tê ji pale tokan da dayê firqe bi firqeye.
Kesekê tune cewabê bide Celalîya li peyê Silêmanê Ehmed dayê bavê Ferzende ye
Jêra bibêje mala te xirabe Şêx Saît efendî birin Dîyarbekir li ber benda
Bend avêtin qirika Şêx Saît efendî
Şer’a dînê Nebî Mihemed Peygamber evê tiştê qebûl nakin, di nava me de pir gune ye...
Mîrê min, mîrê min, mîrê min....
Heyla dayê çavê xwe digerînim, kanê Şêxê min...
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed
Çavkanî: Dengbêj Zahiro


Mîr Beg
Lo lo Mîro bejina bavê Mîrbegê min zirave pepuk ezim ji taka rihana li dev beyara hey were hey were...
Mîro ne mij’ tera digo neke bi gura alaybegê sozê Şêxê wara.
Pepûk ezim berê bavê Mîrbegê min dan bajarê Stembola şewitî dûrê dera be
Destê min nagê jî Mîrbegê min  derbaskirin ji sindaqê  bîstûçar duwale ecnebî li nav neyara hoy were hoy were...
Eman were eman were...
Mîro ne mi ji tera digo bi gora min bike
Ne ji berê da Rom xayîn e me dixapîne
Ax ez dimirim dimrim lo wez nemînim
Ez ditirsim bimirim lê bavê Mîrbegê xwe nebînim.
 
Lo lo Mîro bejna bavê Mîrbegê min zirav e pepûk ezim ji tak rihana
Ro bi ro ye iro li kêleka milê bavê Mîrbegê min dihatî dengê borîna delu Qasoye, hoy were ê hey hey hey were hey were.
Eman were eman were mîro min ji tera digo tu bi gura min bike neçe lezke ha lezke were. ax ez dimirim ez dimirim Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim dawîya dûnyayê mirine hewî ez bavê Mîrbegê xwe nemînin Lo lo Mîro vê sibê walîyê Mûşê mistesarê Bilîsê rûniştin bi hevra şêwirkirin bi xayînî şandin pey bavê Xelîlê min ji mal siwarkirin di nava qîz û bukên Xûytira derbas kirin. Mîro nê mi ji tere digo xema neke xem xirave çiqas qeyd û zincîr Sultan Ebdulhemîd Paşa hebûn mi bihistîye pepuk ezim gişt ji bo xatirê mala me çêkirin hazirkirin hey were hey were ...
Eman were eman were...
Mîro ne mi ji tera digo bi gora mi bike Rom xayîne me dixapîne Ax ez dimirim lo wez nemînim ez ditirsim bimirim dawiya dinyayê mirine bavê Mîrbegê xwe nebînim....
Gotin û Muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed
Çavkanî:Dengbêj Şakiro


Hêy lê (Xezal)
De hey lê hey lê...
Were heylê heylê heylê... ku heylê.
Delê lê... bedewê minê Xezalakî rakir ji desta Muşê,
Berê xezala min ketî Hazro û Diyarbekir,
Kêleka Xezala min ketî Meraş û Entabê,
Xezal derbas bu berya vê Mêrdînê
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye li çira xezal diketî destê Roma xayîn
Tirk û Ereb û Ecem li ser Xezalê kombune,
Rûyê wana bi kenîn, devê wan bi xwîne,
Apê min gazîkir digo sûnva herin xezal bêxweyî nîne
Hey lê, hey lê hey lê hey lê...
Were hey lê hey lê hey lê ...
Delê lê bedewê minê xezalek rakir
Ji Qazgol û Bingolê Sûsar û Tekmanê
Berê xezala min ketî Patnos û Tutaxê,
Kêleka xezala min ketî cepheyê Ûris
Xezal derbasbû li bajarê Simko welatê Kurdistanê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim
Apo xezal guneye çira diketê destê roma xayîn,
Tu gazîke li kal û pîrê Kurda
Bira bibêje keç û xortê hemî bi xezalê bêne îmanê
Hey lê hey lê, hey lê hey lê, ... Were hey lê hey lê hey lê... Were hey lê hey lê hey lê hey lê...
Eman hey lê hey lê hey lê...
Delê lê bedewê minê Xezalek rakirî ji Kerkûkê ji Kirmaşanê,
Berê xezala min ketî Zaxo û Dihokê
Keleka xezala min ketî Qamişlokê, Amudê, Afrînê,
Ezê dikim rabim herim li ba apê xwe jêra bibêjim:
Apo xezal guneye çira xezal diketî desta Roma xayîn?
Tu qazîke li keç û xortê Kurda, bibê ne Xezal li benda we hemî ya sekinîye Hey lê, hey lê hey lê hey lê hey lê ku hey lêê...
Gotin û Muzîk: Dengbêj Maruf

Gorî
Gorî gorî gorî kuro mala gede lawkê min li taxa jorîn. Mala mi bi xulama bejn û bala zirav li ew lazê şîrîn law lingê xirxal qirika bi morî gorî gorî gorî goriya teme Gorî heyran mala gede lawkê lo min pês girê lolo law welle ba tê ji baranê xirabtire kuro çît û perdê konê mala bavê min girane lawo şirîtê kona rana gire ew kesekî fesadîya min û lawikê min bikin law belkî derguşa li ber pêsîra wan bimire
Gorî gorî gorî gorî ya teme
Gorî heyran hatî gundê me Xeftanê
Jina min xeftanek kirî ji kewa
Xwera bi sed û sî û sê bizinan
Xeftanê kewa min kine
Nagire zenda zer bazinan
Gorî gorî gorî gorî gidî
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Dengbej Huseyno

Ha Kuro Mermere
Ha kuro mermere lo, wî kuro mermere
Ha kuro mermere lo, kanê mermere
Tê da digere lo, marê ser zere
Kêrsimê keçika lo, kê li kembere
Ha kuro tutune lo, şewitî tutune
Ha kuro tutune lo, şewitî tutune
Tê da digere lo, marê ser cune
Kêrsimê kalan lo, kîs û qelune
Ha kuro saçaxe lo, wî kuro saçaxe
Ha kuro saçaxe lo, wî kuro saçaxe
Tê da digere lo, marê qaçaxe
Kêrsimê xorta lo, kêr û biçaxe
Gotin û Muzîk:Gelerî
Herêm:Serhed
Berhevkar: Maruf

Yar Wezo
Yar wezo birîndarim min bavên zozana
Yar bavêjin ser min qetê organa
Yar derdê hewîyê, êşa dirana
Yar wezo nexweşim, min bavêjin mesila
Yar bavêjin ser min, qetê qesîla
Yar derdê (kula) hewiyê, êşa pêsira
Yar wezo nexweşim, min bavên odeyo
Yar bavêjin ser min, qeta cileyo
Yar derdê hewiyê, êşa dilêyo
Gotin û Muzîk:Gelerî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Maruf

Ha bi derenge (Selîmo lawo)
Ha li me çikir wî li me çikir
Lawino baranê li me çikir
Îniyê lêkir şemîyê vekir
Eceb dinya xirab nekir.
Ha li hewaye wî li hewaye
Konê Evdalo li hewaye
Qeyd û benda girêdaye
Bavê bukê xweş axaye
Ha bi derenge wî bi derenge
Bavê bukê li me derenge
Pêsya siwara çû bi heft renge
Li bavê bukê nema renge
Gotin û muzîk: Gelerî
Herêm: Serhed
Berhevkar: Maruf


Evdalê Zeynikê
Evdal dibê qolingo bihar e bi ser me da
Me qîrîne dibê per û baskê qolingê mi şikestîne
Çavê Evdalê Zeynikê kore rê nabîne kesek
Xwedan xêr tune bi destê Evdalê Zeynikê
Bigere bavê ser ocaxa Şêx Badîne belkî dûakê bixwaze ji xaliqê alemê rebê jorîn
Xwedê çavê Evdalê zeynê saxke, per û baskê qolingê min bicebrîne
li min wayê li min wayê
Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim  nayê rayê
 Temo lawo bihare dilê bavê te ha bi naze.
Bavê te korbûye,li pey koç û kerîya digere gaz bi gaze.
Kesekê xêrxwazê xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser ziyareta Hacî Elî, Şêx Şeref sehîdê
Mixakomê li ber derê Şêx Miaze.
Li min wayê li min wayê way Ax limin wayê limin wayê Temo lawo felek xayîne bi bavê tera cibikim nayê rayê
Temo lawo birek qîz û bukê cemaldîna cêrê wan li milan bu mesîya bun kanîyê.
Bûkekê esilpîs di navda hebû dikenîya digo eva kalê  korê peritî kîye
Keçikek esilzade di nav da hebû go qîzê Tu korbibî tu nasnakî, eva Evdalê Zeynê bavê Temo siwarê gogerçîne
Dengbejê Surmelî Mehmet Paşa lawo korbûye ketiye feqîrîyê.
Kesekî xêr xwezî xwedanî xêra tune bi destê Evdalê Zeynê bigre bavê li ser rêka vê kanîyê.
Li min wayê li min wayê ax limin wayê limin wayê.Temo lawo felek xayîne bi bavê tera çibikim nayê rayê
Gotin û muzîk: Gelerî
Çavkanî: Dengbêj Sidiqê Resula


Xezal Xamirpet
Xezal heyran wezê xezalim xezala çîyayê Xamirpêtê me
Ezê qîza Xiyasim delalîya Xasê û Ax Cemîlkê me
Xuşka Selman gula li devî rê me
Hoy...Xezal, hoy Xezal, hoy Xezal....
Xezal heyran me çikir lo me çinekir
Meyê ji bona doza Kurdistanê şer girankir
Heyfa bav û kala me ji dujmina derkir
Ano û Memo û Sefkan ji bona doza Kurdistanê canê xwe fedakir
Hoy Xezal, Hoy Xezal, hoy xezal...
Xezal heyran wezê diçûme Tekmanê wê liyane
Li şer serê hersê gêrîlayê ARGK,bavo şer girane
Leqe leqê topan, tifing û firokane
Ano û Memo û Sefkan
Bu şehîdê Serheda Kurdistanê
Hoy Xexal, hoy Xezal, hoy Xezal...
Gotin û Muzîk: Dengbêj Maruf

Hoy Can Canê
Hoy canê canê canê
Hoy canê canê canê
Tu namirî bi ramusanê
Hoy can canê hat buhurî
Hoy canê canê canê
Hat bi desta da elba tiri
Can canê canê canê
Bi ramusané tu namirî
Kotîyê mêrê te bi qurbanê
Dîsgotin
Hoy can canê tê ji Xarpêtê
Sing zozanê Xamirpêtê
Can canê canê canê
Te law kuştin xewka kê tê
Kotîyê mêrê te bi qurbanê
Dîsgotin
Hoy can canê te ji xweziya
Can canê canê canê
Sing zozanê wan moriya
Can canê canê canê
Te law kuştin bi laqirdiya
Kotiyê mêrê te bi qurbanê
Gotin û Muzîk:Gelerî
Herêm: Serhed
Berhevkar:Maruf


Lê can
Lê can lê can lê canê lê lê can
Ewrê resê Nîsanê lê lê can
Hur hur taviya baranê lê lê can
Kon maye li ber wêranê lê lê can
Lê can lê can lê canê lê lê can
Serê malê me bi kaye lê lê can
Çivîka ka vedaye lê lê can
Cemo li ser rê razaye lê lê can
Min payînek lê daye lê lê can
Ji xewka şirîn bazdaye lê lê can
Lê can lê can lê lê lê can
Mêrê Cemo eskere lê lê can
Sê ro maye teskere lê lê can
Jêra hate xebere lê lê can
Teskerê bigre were lê lê can
Heyrana singê zere lê lê can
Gotin û Muzîk:Gelerî
Herêm:Serhed
Berhevkar:Maruf