Gula baxçê min hejar e
Em Am G F Em
Gula baxçê min hejar e
Em C Em Am G
Birîna dilê min xedar e
G C Em Am G
Dikim gazî û hewar e
F Am G F Em
Ka welatê min Kurdistan
Ev çi xişm e hat serê min
Qetil kirin bav û birê min
Ka erdê min, ka warê min
Ka welatê min Kurdistan
Kûr dinalim ez bi şewat
Ji derdê hesreta welat
Dikim haho, dikim feryad
Ka welatê min Kurdistan
Bihara min bû zivistan
Ne gul maye ne gulistan
Çar alîm bûye goristan
Ka welatê min Kurdistan
Delalê
Em Am D
Delalê lê bese delalê
D Am D Em
Te ez kuştim bi bejn û balê
Em C Am
Ax dîlberê çi xezal î
Am G
Nikarim bê te nikarim
D G D
Nikarim bê te nikarim
D G D Em
Te nebînim, tar û mar im
Delalê tu keça ciwan
Tu him xweş î, him jî dilovan
Ez heyrana birh û çavan
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im
Delalê tu yî sebra min
Şev û rojan tim li bîra min
Guh bide min delala min
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im
Ez dîn bûm ji hesreta te
Dibêm carek bême ba te
Şewitîm ji evîna te
Nikarim bê te nikarim
Nikarim bê te nikarim
Te nebînim, tar û mar im
Gotin û Muzîk: Mistefa Gazî
Were Gulîcanê
Were Gulîcanê, ez li hêvya te me
Tu veke sînga min, tev derd û elem e
Limin ferman rabû, va dîsa rêwî me
Were Gulîcanê, ez li hêvya te me
Bilbil li ser darê, dike ax û fîgan
Heyfa xwe pê tînim, bilbilko oy yeman
Êdî teqet nema, di van çok û lingan
Were Gulîcanê, ez li hêvya te me
Nizam çawa bikim vê dem û dewranê
Limin hesret kirye, malbat û xêzan e
Biyanî pirr zor e, derdekî giran e
Were Gulîcanê, ez li hêvya te me
Gotin: Mistefa Gazî
Muzîk: Pereng
Şewitîm ez
Şewitîm ez pêtî pêtî
Goştê canê min peritî
Tu sebeb î, tu hesret î
Tu miraz î, lê delalcan
Vê buharê, vê hişnayê
Vê evînê, kêf û şayê
Gazî dikim, çima nayê
Were were lê delalcan
Îro dinya pirr zelal e
Îro alem kerr û lal e
Çima digrî, ev çi hal e
Megrî megrî lê delalcan
Gotin: Mistefa Gazî
Muzîk: Pereng
Welatê min
Welatê min ez bi qurban
Tu megrî û tu menalî
Wa ez hatim, serî hildam
Şer datînim li her alî
Welatê min bi nav û deng
Her ji bo te ez dikim ceng
Hindik maye wê biqede
Ev roja teng û reşbelek
Welatê min tu her hebî
Hêvîdar im tu azad bî
Xwîna xwe yê sor bo te dirêjim
Da ku tu j’bindestiyê pa bî