Şoreş



Fîsqaya
Fisqaya'dan o yani
Dicle çayi dolani
İkide bi pozıli
Pantorımın fermani

Bi ayi iki ayi
Ayilar armût sayi
Teprenme ûla kundır
Sator elımden qayi

Ocaxtaki beroştır
Beroşın içi boştır
Zıbo'nın kêfi xoştır
Çunki qawat serxoştır

Ûla yırtıx qablama
Yêter baxtın ablama
Walla gözun oyaram
İçıne isot qoyaram

Baxçalarda eluce
Gel yanıma bû gêce
Sen sator ol ben piçax
Otırax şarab içax

Adım Evdoş'tır benım
Qafam da xoştır benım
Gelen giden qarışi
Zar bextım reştır benım

Hebeşe bax hebeşe
Qafa ûri zebeşe
Hebeş'ın pis babasi
Balxam fırlati hewşe

Nêrde benım tûmanım
Walla şaşti imanım
İsot getırme anê
Domatêz isti canım

Hadê gene eyisen
Belaş tırşık yiyisen
Çaxtırmadan gulisen
Sen ne anan gözisen

Yuxari gel yuxari
Xalolar seni ari
Bırax oynasın qari
Sallasın armûtlari

Awêle bax awêle
Xırnik yapışmiş têle
Yaw ma olır mi bêle
Dinen imanan söle

Mızo diyi anê goşt
Anasi diyi, hoşt hoşt
Gêt qafami şişırme
Tasi yêre duşurme

Kerize bax kerize
Demır soxi prize
Kerizın kêş babasi
Gene girmiş qrize

Dêdım qardaş Niyazi
Bax kitapta ne yazi
Ando dêdıxın herıf
Gör nasıl olmiş arıf

Bi lolo iki lolo
Lolonın adi Xello
Xello diyi hanê lo
Nêrde bızım elelo

Qûşbaz Evdo qelleştır
Hebeş oxli hebeştır
Zatan dedesi kêştır
Nenesi de şeşbêştır

Ûla yuzsuz çılaqa
Yêter bû qeder şaqa
Şaqaların yuzunden
Oldım qlinik waqa

Baxırmayın abêler
Yırtılmasın derpêler
Görunmesın lololar
Ûtanmasın xalolar

Patlicanlari oyın
Rûto'ya ayran qoyın
Bû ne datli ayrandır
Bêş gun sonra bayramdır

Oy nini kezeb nini
Qırx doqıza böl bini
Bini bölmaxtan wazgêç
Qafama duşti sini

Gidın dêyın Xello'ya
Sû vêrsın eleloya
Nenemın qaynanasi
Suslenmiş gidi toya

Ûrfaqapi Enzele
Yorıldım gide gele
Ûla gamêş bax hele
O ne raqraqtır êle

Şofêre bax şofêre
Pantori duşmiş yêre
Ûla walla mehfoldım
Sahan borc vêre vêre

Way dede yırtıx dede
Berde bınê te erde
Eyıptır sölemesi
Hanê tûmanın nêrde

Xeber vêrın adama
Pisikler çıxmiş dama
Şatır Eyşo'nın oxli
Fırlamadır fırlama
Gotin û muzîk : Mustafa Gazî

Hemdila
Rojekê derket ji malê
Berê xwe da Îstenbolê
Ket nav koma sûtala
Xirpo, ehmaqê çolê
Dila dila dila dilaa
Kîjan dila?
Hemdila şonikê cila


Zincîra zêr li stû ye
Keçka Nataşa li dû ye
Diçe bar û pawyona
Aqil ji serî çûye
-dîsgotin-

Ketiye riya xirab
Vedixwe bîra w şerab
Ne eyb maye ne fedî
Xêr tê nemaye êdî
-dîsgotin-
Gotin û sazkirin: Mustafa Gazî
Muzîk: Rêzan


Dayika min
Dayka min hêsran merjîne wusa
Kela dilê min rameke dîsa
Min go dayka min megrî lê bes e
Dayka min dayka min lê dayika min

Dayka min bê azadî nikare
Nizane ew çi hesretek zor e
Min go dayka min lê bisebire
Dayka min dayka min lê dayika min

Dayka min dayka min lê dayika min
Gula min, ruhê min, kulîlka min
Tu dibê carek were hinda min
Çi bikim gelek dûr e rêka min
Gotin : Mustafa Gazî
Muzîk : Nûhat


Rozerîn
Çavreşek min jî heye
Por dirêj e, rûken e
Ez ji bo wê dinalim
Ew bi halê-m’ nizane

Rozerîn gula buharê
Dilê min anî xwarê
Ez ji bo yarê digrîm
Sibê, nîvro, êvarê

Ez xistim nav agiran
Dilê min kirye wêran
Ji ber evîna yarê
Bûme wek Memê Alan
Gotin û Muzîk: Abdurrahman Bedir

Tu kulîlk î
Tu kulîlk î, tu nazik î
Tu delal î pir xweşik î
Li min awiran zêde dikî
Birîndarê te me yar
Evîndarê te me

Tu kulîlka nav baxça yî
Hem xwenda yî, hem zana yî
Tu j' bona min pirr hêja yî
Birîndarê te me yar
Evîndarê te me

Tu kulîlka erxewan î
Pir qeşeng î, dilovan î
Tu b' eslê xwe nav giran î
Birîndarê te me yar
Evîndarê te me
Gotin û muzîk : Mustafa Gazî

Ne go erê ne go na
Rojekê li derekê
Min hez kir ji keçkekê
Hilda min barê xeman
Hiştim bê çar û derman
Min mêze kir mizicî
Kêfa dilê-m' hate cî
Min go tu-b' mi-r' nazewcî
Ne go erê ne go na

Rû xweşikê delalê
Şengê bi bejn û balê
Dimeşe-l' ser tilîka
Tu dibê qey xezal e
-dîsgotin-

Ro herikîn wek çema
Sal derbas bûn wext nem
a Dil hedimî-j ber xema
Hê jî dibêje çima
-dîsgotin-
Gotin : Mustafa Gazî
Muzîk : Berat Yıldız

Were li min wusa neke
Ka soza te ka sonda te
Ka hêvî û xeyala te
Ji bo çi ye ev xeyda te
Were li min wusa meke

Ji ber evîna te ya zor
Derdê m' gelek bûn qor bi qor
Ka maç kim wan gulyên sor
Were li min wusa meke

Ku da diçî dîlbera min
Kûr meke vê birîna min
Tar û mar e hêlîna min
Were li min wusa meke
Gotin : Mustafa Gazî
Muzîk : Berat Yıldız

Nebû
Nebû nebû çi-b'kim nebû
Ev dilê min qet şa nebû
Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê-m' xera bû
Dilê mino lo.........

Evîn qet kêrî min nehat
Ez bûm evdalek dilşewat
Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê-m' xera bû
Dilê mino lo........

Min xêr nedî ji evinê
Ji vê dunyê ji vê jînê
Ba rabû bahoz rabû
Mêzîna dilê-m' xera bû
Dilê mino lo.........
Gotin : Mustafa Gazî
Muzîk : Berat Yıldız

Bêrîvan
Tu çû ro li min dahat
Zeryê ez bûm dilşewat
Min gazî kir tu nehat
Tu nehat û nehat
Min gazî kir tu nehat
Tu nehat tu nehat

Bêrîvan bêrîvan
Kûr dinalim yar yeman
Bêrîvan bêrîvan
Bi hesreta niştiman
Oy eman
Oy oy oy eman


Welat eve çend sal e
Dil bi hesret dinale
Ma min go ev çi hal e
Çi hal e yar ci hal e
dîsgotin

Ji bo welat pêşeng im
Gelek bi nav û deng im
Xweş deng im xweş aheng im
Aheng im yar aheng im
dîsgotin
Gotin û muzîk : Mustafa Gazî