"Tehsîn Teha Amêdî": Destpêka Karekî Nû û Dîrokî

Kakşar Oremar

Amêdî, Amediya, Amêdîka Behdînan an jî Amêdîka Bilind ku di dîrokê de bi navê " paytexta herêma Behdînan" jî hatiye binavkirin, yek ji bajarên herî kevnar di dîrok û e´rdnigariya Kurdistanê de tê hesibandin. Bajarê Amêdîyê li ser çiyayekî bilind hatiye çêkirin ku tenê du rêyên bi navê Dergehê Mûsil û Dergehê Barzan riyên ketin û derketina bajarin.

Di dergûşa vî bajarê kevnar û bi temenê xwe 3000 salî de gelek mîr û hakim, helbestvan û nivîskar, dîrokzan û zimanzan, mêrxas û qehreman, dengxweş û hunermend rabûne ku kar û xizmeta wan nayê ji bîr kirin.

Hunermendê nemir Tehsîna Teha di sala 1941an û di nava malbateke nîv hal xweş de li vî bajarê dîrokî hat dinê. Navê dayika wî Xurbet e û Teha Mihemedê bavê Tehsîn jî ku karmendekî dewletê bû, zû pêhesiya ku ji nava çar kur û pênc keçên wî Tehsîn di hinek warên civakî û hunerî de, xwedîyê taybetmendiyên cudaye.

Tehsîn ji zarokatiyê li ser ava " Kanîya Mala "(1) bi hevalên xwe re dilîst û hertim bi dengekî bilind ji wan re distirî. Dengê wî ji zarokatiyê bala xelkê dikişand ser xwe, lê kesî nedizanî ku ev deng yê rojekê di nava hemû Kurdan de bê hezkirin û belavî her cihekî bibe. Ji salên 1960an û pêde Tehsîn Teha bi awayekî berfireh dest bi karê xwe yê hunerî kir. Di destpêkê de bi karê şanogeriyê(lîstikvanî û sinaryonivîsandinê) derket pêşberî gel. Lê tenê bi karê şanoyê têhnatiya wî ya ji bo hunerê nedişikiya û dîsan jî vegerî ser dengê xwe û xwest bi stirînê vî karê ku hemû evîna wî bû, bidomîne. Gehştina bi vê xweziyê di wî çaxî de karekî wiha hêsan nebû. Sedemên olî, paşverûtiyên civakî, taybetmendîyên dijwarên serdema feodalîzimê, astengên bi kelem bûn li ber piyên wî . " Mitrib" peyvek çewt û nîşana sivikatîyê bû ku piraniya xelkê heta ji hunermendên mîna M. Arifê Cizîrî, Nesrîn Şêrwan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Tahir Tofîq, Hesen Zîrek û ...yên din re jî digotin. Ji xeynî vî derdê giran ku huner û dengê gelek keç û xortên Kurd di gewrî(qirik) û singê wan de fetisandibû, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû derdan bû. Evîna Tehsîn ya ji bo doza Kurdistanê tiştekî eşkere û sirûştî bû, lê ewê çawa vê evînê bike evîneke zindî û ji nava dilê xwe derxîne û bide kifşkirin?! Ewê çawa vê evînê bi gelê xwe re parve bike? ...û gelek pirsên din xwe li ber çavên Tehsîn ciwan û armancdar dan xûyanîkirin.

Tehsîn pir fikirî ku çawa dest bi karekî nû bike ku hunermendên beriya wî nekirine!!. Ji bona wê jî hêz da xwe û çendîn caran ji xwe re wiha got:" Destpêka her karekî dijware, lê ezê sinorê vî a´detê kevin bişkênim û van perdeyên reş biçirînim...".

Tehsîn Teha bi helbesta nû ku bi navê "helbesta Îro" jî dihat naskirin, dest bi " Strana Kurdî ya Nû " kir. Ev bizavek nû bû ku bi taybetî di nava nivşê nû (çîna ciwanan) de bi germî hat pêşwazîkirin. Gelek kesan xwestin di destpêka vî karê nû de vê " sonnetşikênî" ya Tehsîn Teha mîna guneh an jî tawanek mezin di nava gel de bidin nasandin, lê heza piraniya ciwanên Kurd yên ji hemû deverên başûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera wî ya nûjen bêdeng kirin. Pîvana gel ji bo wî pîrozîyeke mezin bû.

Tehsîn Teha di hêrêma Behdînan de yekemîn kes bû ku bi awayekî nûjen strana Kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Ev jî karekî girîng bû. Ji ber ku hertim kesê ku karekî nû dike, ew kar li ser navê wî tê tomar kirin. Nemir Şemal Sayîb li herêma Soran û Tehsîn Teha li herêma Behdînan ya başûrê Kurdistanê wek serkêşên ve destpêka dîrokî tên naskirin.

Mesajên siyasî û heza Kurdistanê di stranên Tehsîn Teha de
Ji bo ciwanekî nûkar yê mîna Tehsîn Teha, pirsgirêk tenê xwîndina strana nû nebû, ji wê girîngtir xwezîya wî ew bû ku bi rêya vê stranê evîn û mejiyê gel jî hinekî bilivîne û ramanên nû têde biafirîne. Hêza ciwanên Kurd bêxe liv û lebatê ku li hemberî asîmîlasyon û neteweperestiya dijwara e´rebên Beesî pêngavekê hilgirin. Ji bona wê jî li Dihok, Hewlêr, Amêdî, Silêmanî û Bexdayê dema ku heta generalên Beesî jî di konsêrtên wî de amade bûn, bi dengekî bilind qêriya:..." Ev warê he warê meye, warê meye, ma tu yê çawa ji me bistînî, bistînî,...". Ev durist di demekê de bû şovînîstên Beesî li Kerkûk, Xaneqîn, Mûsil, Mendelî û gelek herêm din yên başûrê Kurdistanê dest bi siyaseta çewta asîmîlasyon û e´rebîkirina axa Kurdistanê kiribûn.

Tehsîn Teha di hemû stranên xwe bi awayekî nihînî mesajên xwe yên Kurd perweriyê dide xuyakirin. " Bihêre Distar, Milletê me nemire, Xewin, Newroze, Ay Felek, Xalxalokê, Behdînan, Mala me li serê mihelê " û bi dehan stranên nemir Tehsîn Teha tev jî xwediyê mesajên siyasîne ku her yek piştî çêbûna rûdanekê di Kurdistanê de hatine çêkirin. Bo nimune: Dema ku li sala 1975an şoreşa nemir Mistefa Barzanî têkçû, Tehsîn Teha strana " Ey Felek" got û li ser xiyaneta dagirkerên Kurdistanê careke din ji partî û rêxsitinên netewa xwe dawa pêkanîna hevgirtineke yekcarî kir.

Dr. Bedirxan Sindî û gelek helbestvanên din yên herêma Behdînan helbestên xwe pêşkêşî Tehsîn Teha dikirin ku bi dengê xwe yê gerim û awazek xweş bike stran.

Di çaxê ciwanî û kemlîna hûnera wî de jiyana bindestî ji aliyekî û mirina bêwext û dûr ji axa Kurdistanê, qedera hunermendekî ku xwe ji êş û janên gelê xwe dûr naxe, ji mere dide xuyanîkirin. Hemû jiyana Tehsîn Teha di nava etmosfêrekî tejî tirs û bêdadiyê da derbas bû. Lê wî ji dagirkerên welatê xwe re stran negotin. Ji bona wê jî hunera wî hunerek Kurdî, resen û nemire.

Piştî ku ji sala 1991an û pêde başûrê Kurdistanê ket destê Kurdan, azadiya xaka nîştiman derfetên nû ji hunermendan re jî afirandin, lê Tehsîn Teha ji ber êşa dil xwest xwe bigehîne Ewropa. Ew bi hizar hesret û xwezîyan ku rojekê yê bi dilekî saxlem vegere Amêdîka bedew û kevnar, xwe gehand welatê Hollenda, lê penaberiya wî ji aliyê îdareya penaberiyê ve nehat pejirandin. Êşa dil roj bi roj ew digûvişand û mixabin ew bêkes û xwedî, li dûrî Kurdistanê di roja 28.05 Gulan.1995an dilê Tehsîn Teha ji lêdanê sekinî.

Dema ku Tehsîn Teha ji bo cerahîkirina dilê xwe pêwîstî peran bû, mixabin hemû rêxistinên sîyasî, dewlemend û saziyên Kurdan ew ji bîr kiribûn, lê dema ku tabota wî şandin Kurdistanê zêdetir ji heft hizar dolarên Emrîkî pêre şandin!!. Ev di rewşekê de bû ku kêmtir ji vê hejmara peran dikarî êşa dilê wî derman bike û ew ji bo gelek salên din di nava me de bimîne. Em Kurd bi taybetî û hemû gelên Rojhilata Navîn bi giştî " zindî kujên mirî perest"în. Lê xala herî girîng eve: Pêwîste heya nirx û eymetên me saxin, em tev qedirê wan bizanîbîn.

Wesiyetnameya Tehsîn Teha
Tehsîn di kasêtekê de ku ji xanima xwe (Hebîbe) û her çar kurên xwe( Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) ji welatê Hollenda şandibû Amêdiyê wiha dibêje:" Daxwaza min ya herî pêşîn serxwebûna Kurdistanê ye. Pêwîste Kurd qet li doza welatê xwe xiyanetê neken. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veşêrin. Lê beriya veşartina min li goristana Amêdiyê ava " Kaniya Mala" li laşê min bireşînin û piştre min di nava dilê axa Kurdistanê de veşêrin..."

Bi giştî Tehsîn Teha xwediyê 8 kasêtane ku zêdetir ji sed stranên siyasî û folkilorî têde cih digirin. Tehsîn Teha bi hunermendên mîna Gulbihar û Eyşe Şanê re jî stranên duqolî gotine û bi wan re li Dihok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din yên Kurdistanê konsert pêşkêş kirine.(2)

Strana Ku Herî Zêde Ji aliyê Gel Ve Hat Pêşwazî Kirdin, Rabe Cotiyar bû. Gotinên Stranê Tev Xwedî Mesajên Siyasî ne.

Rabe Cotyar
Rabe cotyar dê hilo rabe
Biçîne erdê çol û beyar
Berê ji destê hewe cotyar
Xelkê hemya nanê xwe xwar

Hûn bikin gelî cotyara
Tovî bavên van beyara
Erdê weye yê kesî nîne
Nede ne bi zalimê cara

Evan derdaw evan hala
Paşve bir bûyin gelek sala
Derdê neyî li nav me nema
Em nemayin cotyarê dema

Hema li nav erdê xwe şul ket
Nanê hemya dê peyda ket
Ca zarokêd me azad ken
Dê zarokêd me azad ken

Têbînî: 1. Kaniya Mala: Li başûrê bajêrê Amêdiyê kaniyeke ava sar heye ku jêre dibêjin " Kaniya Mala ". Tehsîn Teha hemû salên zarokatiya xwe li ser vê kaniyê derbas kirine. Ev kanî û seyrangeha Sûlav du cihên herî xweşin li derdora bajarê Amêdiyê.
2. Ev nivîs tenê ji bo bîranîna 8´mîn salroja wexera dawiyê ya hunermend Tehsîn Teha hatiye weşandin. Nivîs bi awayekî berfirehtir yê di proja min ya bi navê" Navdarên Kurd" de bê weşandin.