Koma Wetan



Cahaltî
(gotin – Letîvê Huseyn û Ezîzê Îsko
mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)

Sal hatin, buhurîn
Hatin mîna gava
Ser emrê me hêwirîn
Wede li me ne kir lava
Cahaltî li me barkir
Derî dada revî
Ahiltî li me karkir
Nikarî bir birevî
Xwezil ez dîsa zar bûma
Ber dile dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hişar bûma
Merg, çîmana da ba bûma
Xwezil deqekî cahil bûma
Çiya u baniyada xwer bûma
Mihîna belek siyar bûma
Paşê disa kal bûma
II
Ez îdî nikarim
Mîna salê berê
Bikavme govendê
Nav şayê cumuetê
Hey lê min, hey dilo
Dilo kale-mêro
Tu bîr nakî Çîlê
Birîna dile kalê
Xwezil ez dîsa zar bûma
Ber dile dayka xwe bûma
Berbangê dîsa hişar bûma
Merg, çîmana da ba bûma
Xwezil deqekî cahil bûma
Çiya u baniyada xwer bûma
Mihîna belek siyar bûma
Paşê disa kal bûma

Perîşan
(gotin – Ordîxanê Celîl, mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Gul û sosin gul vedane, Perîşan
Ez heyrana rêçûna te me delal
Tu digerî nava gund da Perîşan
Dilê xorta dişewitînî, delal
Hey, Perîşan
Dile min ketiye te, Perîşan
Emrê minî tu, Perîşan
Bedewa min
Hey, Perîşan
Dile min ketiye te, Perîşan
Ruhê minî tu, Perîşan
Delala min
II
Va, dilê min tera rêye, Perîşan
Her çar alî gul tijîye, delalê
Şeve reşe hîv dernaê, Perîşan
Dewsa hîvê ji malê derê, delalê
Hey, Perîşan
Dile min ketiye te, Perîşan
Emrê minî tu, Perîşan
Bedewa min
Hey, Perîşan
Dile min ketiye te, Perîşan
Ruhê minî tu, Perîşan
Delala min


Sînê
(gotin û mûzîk Kerem T. Gerdenzerî)
I
Were Sînê, lê
Ez heyrana çevê teme,
Heylê Sînê,
Were Sînê, lê
Ez birîndarê bejna teme,
Heyra minê,
Tu kubarî, lê
Mîna kewotka çîl û qerqaş
Rûbarê hewê
Tu bedewî, lê
Mîna kulîrka nav mêrg û çîmanê
Eşîretê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav eşîrê
Bedewa nav eşîrê –
Sînemê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav eşîrê
Bedewa nav eşîrê –
Sînemê
II
Birîndarim ez
Mîna teyrê nav ezmanê
Kurdistanê
Were Sînê lê
Birîndarê xwe bibîne
Heyra minê
Tu bizanbe ez
Tucar bîr nakim navê Sînê
Rûbarê dinê
Birîndarim ez
Were Sînê, were Sînê
Were Sînê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav eşîrê
Bedewa nav eşîrê –
Sînemê
Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê
Sînemê – bedewa nav eşîrê
Bedewa nav eşîrê –
Sînemê


Filîto
(strana gelerî, arenje - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Weylo, Filîto
Were neçe pêşiya vî kavranî
Flîto - lao, Flîto - lao
Weylo, Filîto
Were neçe pêşiya Mamê Gindê
Flîto - lao, Flîto - lao
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê,
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê.
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê,
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê.
II
Lowê Şemê
Rê bide kavranê min da
Lowê Şemê, Lowê Şemê
Bazin zîva
Milê xwe dayne, here
Mamê Gindê, Mamê Gindê
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê,
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê.
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê,
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê.

III
Mamê Gindê
Bazin zîvê jorda tîne
Flîto - lao, Flîto – lao
Wey lo, Flîto
Ne min go – tu neheqî
Flîto - lao, Flîto – lao
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê,
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê.
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê,
Şemê – rebenê, Şemê – rebenê.


Esmera Farê
(gotin û mûzîk Kerem T. Gerdenzerî)
I
Were, were mira were, emrê min
Hey lê bedewê, delalê were
Were, were kaniya ruhê dilê min
Hey lê bedewê, delalê were
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Hey lê bedewê, delalê were
Hey lê bedewê, delalê were
II
Hey lo bira agir berdane dilê min
Alava wêye, nav vê êlêye
De tu were mira bêje halê min
Alava wêye, nav vê êlêye
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Esmera Farê, Esmarê
Gerdena te zer,
Çevê te belek,
Ez heyranim lê
Birîndarêm ez
Bona te Esmer
Tuî stêrka sivê
Alava wêye, nav vê êlêye
Alava wêye, nav vê êlêye


Elegez
(gotin – Karlênê Çaçanî, mûzîk - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
I
Elegez, çiqa kubar sekinî tu
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Nav van kaniyan û mêrga va
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Gul sosinava xemilî tu
Tu – Elegez, tu - Elegez

Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
Elegez, Elegez
Mîna bûka gul, gevez
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
Temam gulin çîçek fêzê
Kaniyê zelal dikşin rêzê
II
Elegez, ez digerim nav mêrgê te
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Binya gunda – zevyê zerîn
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Lê hawa wê, lê hewa wê
Lê hawa wê, tê ji qudretê
Gul sosinava xemilî tu
Tu – Elegez, tu - Elegez
Elegez, Elegez
Elegez, Elegez

Şêna min
(strana gelerî, arenje - Kerem T. Gerdenzerî)
I
Şêna min gul, Şêna min
Inda neke zêna min
Kulîrka ber bîna min
Şêna min sêlê tîne
Ba tê biska şêtxîne
Dûmane rê nabîne
Gul, gul
Şêna min
Şêna min, Şêna min
Şêna min, Şêna min
II
Şêna mine remoşî
Zer - memika nafroşî
Şêna min temnek danî
Çû mal, rîsê xwe anîh
Ba tê biska şêtxîne
Dûmane rê nabîne
Gul, gul
Şêna min
Şêna min, Şêna min
Şêna min, Şêna min


“De megrî”
(strana gelerî, arenje - Kerem T. Gerdenzerî )
I
Li durawa dêm, binase dengim
Rengî xerîbî nîştuwa li rengim
Rengî xerîbî nîştuwa li rengim
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrî malim wêrana
Li durawa dêm, binase dengim
Rengî xerîbî nîştuwa li rengim
Rengî xerîbî nîştuwa li rengim
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrî malim wêrana
II
Ew rîza malî, ba malî êva
Hemu xweşdavê ba bonêy tuwa
Hemu xweşdavê ba bonêy tuwa
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrÎ malim wêrana
Ew rîza malÎ, ba malî êva
Hemu xweşdavê ba bonêy tuwa
Hemu xweşdavê ba bonêy tuwa
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrî malim wêrana
III
Ere tu xot fermut min be wefanÎm
Bê wefayeket be çevê xom dî
Bê wefayeket be çevê xom dî
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrÎ malim wêrana
Ere tu xot fermut min be wefanîm
Bê wefayeket be çevê xom dî
Bê wefayeket be çevê xom dî
De megrî, megrî çeveka ciwana
Her çend tu dagrÎ malim wêrana