Koma Xelikan



Gula mamê
Seda rawûm çîk eyaz e
Navê rindê gulbeyaz e
Bi dîski go aşkere nekir
Ma ew zalima nebîze

Gula mamê gula mamê
Spî dikê mîna camê
Gula mamê gula mamê
Tev debrûsê mina camê

Destî xwe destî minke
Hîv ji me ra bez gaveke
ew zalimna kî cêmere
Ma bi çavê min li te mêske
(Disgotin)

Vê payîzê vê payîzê
Berxkel neman hatin fêzê
Va hêşana min te bûn
Tu kurika nadî hemêzê
(Disgotin)
Gotin û Muzîk:Gelêrî (Konya,xelika qaracdax)
Berhevkar û şirove:Koma Xelîkan, Fehmi Günay

Bewrar
Min go bewrar bewrar demekeve
Ma çavê min li bejne te kîbar nekeve
Her ku çavê min li bejna kibar dikeve
Jan’ek dikeve serê min qe dernakeve

Eza teme eza te me
Bum çiyaye welat li bandadema
Herku  hawga porî min gawr diwe
Dizanim hîn az sevdali yê te me
Gotin û muzîk:Gelêrî
Şirove:Koma Xelikan

Şeve
Şeve şeve lê durdê şeve
Qapî xakim û savcî berveheve
Yê kû navbera dilê me keve
ji cane xwe tu xêrê nabîne

Bayekî têwo lê dilorîne
Ava bîra lê dihermîne
Yê ku navbera lê dila keve
ji cane xwe tu xêrê nabîne
Gotin û muzîk:Gelêrî
Şirove:Koma Xelikan

Sîngê gewrê
Qamişa xetir nawe
Singê gewrê şa nawe
Xavo sibe ranake
Virda huda bacnake

De  lêxe Hûco lêxe
Eynê  li qayda berê xwe
Ye kû hatî yê dêkeve
Ye kû natî ye bi dilê xwe

Wanê hana dewene
Ew  dewana dewê mene
Barê dewa xurmene
Xurme para rindane
Gotin û muzîk:Gelêrî
Şirove:Koma Xelikan


Li bolixê
Li bolixê li bolixê
Selvî qurban pez berdayê dor otlixe
Xelk û alam çav bardaye bejn balaxe
Dilêmin  kate çarix dolaxê
Şevitîm selvi qurbanê

Ez nexweşim were ser min
Kujî  orxanê  bigire were bamin
wextê cîran hevala got ku hatî ba te kî wû
Eza bêm doxtor hekîmek wû hate sermin
Şevitîm selvî  qurbana
Gotin û muzîk:Gelêrî
Şirove:Koma Xelikan


Ef
Şeve şeve efo şeve
Ma bayî birbangê li te nekeve
Ar di mala hekîm keve
Go Efê bi çûke li te nakeve

Kanîya gundê me mermere
Ef çi  rinde tere sere
Bejina efê dara tere
Virda wêda werdigere
Gotin û muzîk:Gelêrî
Berhevkar:Koma Xelikan
Çavkanî: Mem Xelikan, Miçê Neim


Aştî
Nizanim çend sal çûn
çend demsal veng vegerîn
be xew mam tî û birçî
pir xwin ji çu du nehatî

bihar hat berf helîya
Ezî bendewarim
li gunda û bajara
ser çiya Aştî

tu  guleke gewrî
bi hêvî mezin bikim
tîna dilê xwe
eze bi te şilbikim
(Dîsgotin)

hîvê ji te re be tackim
stêrka ji te re be guharkim
rojê ji te re bigrim
ber balgî te raxînim
(Dîsgotin)
Gotin: Mem Xelikan
Muzîk:Klama zarokan li elmanya
Şirove:Koma Xelikan


Şikrayê
Sebra mîn bê te nayê
Şêrînê nû gihayê
Te ez kuştim helandim
Te ez berdam dinya yê

Axû yaman şikrayê
Rê dûre xeva min nayê
Çavê min li rê mayê
Axû yaman şikrayê

Nazikî nav giranî
Tu bî derdê dilan zanî
Agir berda vî canî
Tere ketim belayê
(Dîsgotin)

Hevalo
Lo hevalo ware vira
Kilamekê bêm ji te ra
Ez bêm tu jî bigrî
Ma arê kezebê min vemira

Lo hevalo lo hevalo
Megrî megrî lo hevalo
Çima lo lo ji niha da
Canê şêrîn li te bû bela

Hevaleminî deng nakê
Siva hatî li felekê
Çima seva keçika xaîn
Vê qarê  be xwe dikê
(Dîsgotin)

Lo hevalo çima deng nakî
ustî xwe biser xwe da xardikî
a  te jê hezkir xaîn derket
tu lomê xwê ji kê dikî
(Dîsgotin)
Gotin û Muzîk: Koma Xelikan

Bilûrban
bilûrbanî mîno lo
bilûrbanî xelkê wo lo
ser gowendî mino lo
ser guwandî xelkê wo lo
were bike dewetê  min û xwe lo
Eza bi xwe hennecî wim herim hennê lo

Te kir te kir şivano te kir
sîngê xweyî gewrî kal ber te vekir
Çi şivan bûyi lo te heqnekir
çûyî dûkana qala min kir

ez nexwaşim ketima ciya
min biwina doxtorê Ali Qetê
Doxtor çi dizane
Kula  dile min te lo
Gotin û Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Ömer Yildirim
Berhevkar: Koma Xelikan


Way limin
way limin limin
co limin limin
kes nizane halê min

rinda min hat bi dupî
lêv sura sîngê spî
mefikirin lo xort no
ew  dilê minî bi cûkî
(dîsgotin)
agirekî dadim xwe be dordin
Evîndarno hûn şen bikin
newroza gel pîroz be
rêya âzadî yê dimeşin
(dîsgotin)
Gotin: Koma Xelikan
Muzîk: Gelêrî
Çavkanî: Serbilind Kanat

Delal
Loy delal, ezê bimirim li vê payîzê
Hunê tirbamin bikalin bin dara gûzê
Loy delal loy delal...

Dilo
Dilo be birino lo,Dilo şewatiya lo
Dilo peritiya lo,dilo xeribo lo
Ew çi dileminî be zîze
Wî tim xiza xiza dilo naçoro lo
Dilo be kêse dilo

Adul
Pane pane edûl pane
Lê lê cikê vîrda were
Ez bi qurbane
heft roj heft şeva
Di axir samaxile xelkêda
Lê lê va ni ji te ra wu ji kêra wû
Gotin û Muzîk: Delal, Dilo (Gelêrî)
Adul: Gundê Çêlika Kirkpinar
Çavkanî:Maxmikê male dade(gure quce)