Koma Zerdeşt


Her bijî
Û Her bijî Kurdîstan
Kurdîstan me kurdan
Ew cihê bav û kalan
Bav û kalê me kurdan
 
Pir salan em dinalin
Ji bo te em pir hal in
Nexweşê nava ciyan
Ji boy navê tey şêrin
 
Navê te pir şêrin e
Dermanê dilê min e
Roja serxebûn bibî
Her tiştê bi dilê te be
 
Dilşa bike dilê me
Dilê keç û xortê me
Dengê def û zirna me
Geşdike dîlana me
Gotin û Muzîk: Amele
 
 
Çemê Ferat
Çemê Ferat çemê Ferat hate bîra min
Min go dayê min go bavo kaye Birayê min
Agir girte dile min hêstêr ketin çavê min
Min go bese hisreta dilê dayka min
 
Çemê dîcle çemê dîcle xweş diherike
Pir geriyam pir naliyam buna çemê Ferat
Buhar dihat deşt û çiya reng vedêdan
Di heliyam weke berfa serê deşt û çîyan
 
Birin birin birin birin mal û milkê me
Edî bese zilm û zora li ser gelê me
Dem hatîye îro roja berxwedanê ye
Karker gundî dest avîtîye ala rengine
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
Tembûra min
Darê tembura min dirêje
Destêm kine nagîje hehee
Je bu evina xwe û yarê
Çêkim helbestekê ji dile hehe
 
Zivistan çu bihar dihat
Dilê min geş bu gulek di çand hee
Gulê Nevrozê xemilîn
Gula dilê min ne çilmisîn?
 
Lawiko ji xêra xwezîya
Deriyê mîrê mira da
Ez têla temburê buma
Destê te ser dilê min buya
 
Ez geriyam ba denbêjan
Helbestek min da gerêdan
Buy evîna xwe û yarê
Ji warê şerîn ji KURDÎSTANÊ
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
Dayê
Dayê he dayê dayê he dayê
Dayê he dayê dayê he dayê
 
Dayka gele kurd î
Dayka dil bi xem î
Bese negrî dayê
 
Dayê dayê dayê dayê
Were destêm bigire
Em herin cengê
Ez şêrim şervanim
Bi doz û peymanim
 
Bavo ho bavo bavo ho bavoo
Bavo ho bavo bavo ho bavoo
 
Bavê pişt xwarî
Bi şev bi roj di nalî
Êdî bese bavo
Bi hêle bigrim dîlan
 
Bavo bavo bavo bavo
Were destêm bigre
Em herin cengê
Ez şêrim şervanim
Bi doz û peymanim
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
 
Keçê ez xerîb im
Xerîb im xerîb im
Keçê ez xerîb im gula nav baxcême
Keçikê gundê me lîlînen ber malan
Berburî hatin keçik digo ez nakim
Xemla kesk û sor deynin ser bejnan
Keçê ez xerîb im Nalo
 
Edî bese xerîb, mîvanê bavê teme
Evîna bakur başur mîna mem û zine
Dilana gelê bindest bi hele bigrin bi hevre
Bona ala rengîn serîhildan Amed
Keçê ez xerîb im  Cemalo
 
Keç û xortê gundî bang dikin wîyalî
Eşq û evîna welat dengda cîhan û welat
Dinya alem di zane azadî nabe
Bihele bigrim dîlan, dîlana gelê meye
Keçê ez xerîb im E BAŞE LO
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
 
Leyla
Ez hatime mala we
Ji boy dîtina bejna te
Çend gotênê min hene
Tînim bigînime te
 
Min pirsî ew çi kese
Arîye zerdeştiye
Esle xwe je Kurdistane
Delalê şengalî ye
 
Bîna xweş te je yarê
Mîna gula biharê
çiya ye şengalê
te bîna cinetê
 
Yarê te ev bîn je kuranî
warê şera anî
lalişa Nuranî
Cihê mala şîxadî
(Cihê zerdeşte kalî)
Welat le bîra min anî
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
Melorîne
Neke bira êdî neke
Bira kêmin bête nabe
Zara zara wan zarokan
Kur kura wan dayîkan vay
 
Me lorîne ne lorîne
Hêstir çavan ne barîne
Dikim nakim bête nabe
Dayîka dil xem ne lorîne  vay
 
Welle daye ezê bimrim
Mirina bête ez naxwazim
Ev çend sale ez şer dikim
Dikim nakim te nabînem
 
Roj ebê gulê vebên
Şehîdê kurda bîrnabin
Kengî be Azad
Welatê min Kurdîstan
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
Rêber
Hey heeee Rêberê min
Hey heeee Emrê min
Hey heeee  jîyana min
Hey heyî hey hey
 
Hildan ala Rengîne
Çar Aliyê Kurdistanê
Serxwebunê Bîrbîne
Boy rêberiya hemdeme
 
Egît şêr û rêbere
Mazlum kawayê hemdeme
Serxwebun nêzî meye
Amed paytexta meye

Me gelek şehid dane
Tev bi xwune avdane
Tolhildanan Zilane
Dêrsim û Behdînane
Gotin û Muzîk: Koma Zerdeşt
 
Şerfedîn
Heeee Heee
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Xwedîyê çadira tereb zêrine
Dînya buye Bar û bihek
Çadira bihek nav digerîne
Heçiyê rîya qenc di berde
Ya xirab nav di mîne
Ê here lalişa nuranî serê min erşe ezîme
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadîya xweş hadîya madî şerfedîn ra buye heee
 
Hatî çarşema nîsane
Ala îda kurdîstane
Şerfedîne mîre li dîwane
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadîya xweş hadîya madî şerfedîn rabuye heee
Şerfedin rabuye ji xerbê
Şurê rast û çep di berde
Kafir tev mirin ji kerba
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadiya bavo adi şexêm siltan şixadî heee
 
Xeber bidine Kurdîstanê
Bira qewînkin îmanê
Şerfedîn mire li dîwanê
Şerfedîne şerfedîne şerfedîne dînê mine
Hadîye şêxê mine xwudanê quba le le le
Gotin û Muzîk: Gelerî
------a--